Kerkûk | Teqîneke bi rêya bombeyeke bi otomobîlekê ve hatiye girêdan çêbû
PeyamaKurd – Li taxa Kurdistanî ya bajarê Kerkûkê, şeva borî teqîneke bi rêya bombeyeke bi otomobîlekê ve hatiye girêdan çêbû.
Çavkaniyên xwecihî diyar kirin, derengên şeva borî li taxa Kurdistanî ya bajarê Kerkûkê bombeyek bi otomobîlekê ve hatiye girêdan û teqiyaye.
Herwiha hat ragihandin: Bombe bi otomobîla karmendekî hêzên ewlehiyê ve hatiye girêdan û di dema vegera mala xwe de bombe teqiyaye û di encama teqînê de ji bilî ziyanên maddî, ziyanê canî tune ye.
Herî dawî hat destnîşankirin, piştî bûyerê hêzên ewlehiyê gihîştine cihê bûyerê û lêkolîn destpê kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin