Raporta HRWê ya 2023yan: Zordariya li ser Efrînê didome

12 January 2024 18:06 0 dîtin
Raporta HRWê ya 2023yan: Zordariya li ser Efrînê didome

PeyamaKurd - Rîwangeya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (HRW), raporta xwe ya 2023yan a binpêkirina mafê mirovan a Sûriye û Rojava ragihand.

Di raporta binpêkirinên mafê mirovan ên ku bêtirî wan ji alî komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê ne ve li Efrîn û deverên wê yên di bin dagîrkirina Tirkiye û van koman de ne hatine kirin de hatiye destnîşankirin ku li vê herêmê gelek kes rastî binpêkirinên mafên mirovî hatine; tawanên wek girtin, binçavkirin, windakirinên bi zorê, skence û muameleyên xerab, tûndiya zayendî û darizandinên leşkerî yên bêdadî pêk hatine û nêzîkî tevahiya van tawanan nehatine cezakirin. 

HRW di raporta xwe de destnîşan kiriye ku komên çekdar, tawanên wek binpêkirina mafên mal, zevî û milkê sivîlan bi destdanîna ser mal, zevî û kargehan bi şêwazeke zorê didomînin.

Raporê amaje bi wê yekê jî kiriye ku piştî êrîş û dagîrkirina artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê ya sê bajarên Efrîn, Serê Kaniyê û Til Ebyadê ku piraniya şêniyên wan Kurd in, “bi sed hezaran kesan ji bêçarî malên xwe terikandine û koç kirine.  

Hêjayî gotinê ye ku di Tebaxa 2023an de Beşa Çavdêriyê ya Hebûnên Derve ya Wezareta Gencineyê (OFAC) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA),  ji ber li dijî gelê Rojava û bi taybetî Kurdan, tawanên pêkanîna binpêkirina mafên mirovan pêk anîne komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê yên bi navê Tûgaya Silêman Şah û Firqeya Hemze û serok fermandarên wan Mihemmed Husen El-Casim, Welîd Husen el-Casim û Seyf Bulad Ebûbekir wek tawanbarên şer ragihandibû.  

D raporta HRWê de hatiye gotin ku di encama êrîşên hewayî yên artêşa Tirk de sivîl hatine kuştin û birîndarkirin. Her wiha ji aliyê Tirkiyeyê ve qutkirina avê ya li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) hatiye destnîşankirin û hatiye gotin ku "Ev hewla Tirkiyeyê, li Hesekê û derdora wê, mafê avê yê nêzîkî 1 milyon kesî dixe metirsiyê." 

Di raporê de qeyrana aborî ya li Sûriye Rojava jî hatiye destnîşankirin û wiha hatiye gotin:

“Heya nîvê sala 2023an, ji sedî 90ê welatiyên Sûriye û Rojava di bin sînorê hejariyê de dijîn. Herî kêm 12 milyon kes nikarin bigihijin xurekên pêwîst û herî kêm 15 milyon kes di pêwîstiya pêdiviya  alîkariya hinekan de dijîn.

Zêdetirî 600 hezar zarok ji ber kêmxwarinê, tûşî nexweşiyên kronîk  bûne. Zêdetirî 12 salên şer binesaziya sivîl û xizmetguzariyên Sûriye û Rojava têk çûye û vê yekê bandoreke neyînî ya tund li gihîştina penageh, lênihêrîna tenduristî, elektrîk, perwerdehî, veguhestina giştî, av û paqijiyê kiriye.

Li bakur-rojhilatê Sûriyeyê bi sed hezaran koçberên hundirîn li kampên bêserûber û kêmderfet û stargehên demkî dijîn ku hinek ji wan bi awayekî domdar an têra alîkariyan wernagirin. Li gorî OCHAyê 12,3 mîlyon kes neçar mane ku welatê xwe biterikînin, 6,7 mîlyon kes jî niha li seranserê Sûriye û Rojava ji cih û warên xwe bûne.”

Di raportê de her wiha hate gotin ku hikûmeta Sûriyeyê bi rik, nahêle ku alîkariyên mirovî yên ji derve tên, bigihîje deverên derveyê kontrola wê.