Li 36 gundewarên Bedlîsa Bakurê Kurdistanê qedexeya derketinê hat ragihandin
PeyamaKurd - Parêzgarê Bedlîsê aşkere kir, heta fermaneke din li 36 gundewarên bi ser Bedlîsê ve derketina derve qedexe kiriye.
Parêzgariyê ev biryar li ser malpera xwe ya fermî ragihand.
Li gorî vê biryarê qedexe wê li van gundewaran pêk were:
Yukarıbalcılar, Aşağıbalcılar, Üçevler, Başmaklı, Ilıcak, Oğulcak, Çeltikli, Kalupat, Karakuş, Aşağıkoçak, Aşağıyolak, Yukarıyolak, Yanönü, Beşkaynak, Dursun, Dikme, Aşağıdikme, Yukarıdikme, Uçankuş, Bayırlı, Kutlu, Akgün, Kınalı, Çobansuyu, Aşağıçobansuyu, Aşağıölek, Yukarıölek, Akçalı, İçgeçit, Doğruyol, Dereağzı, Çadırlı, Yolcular, Aşağıyuvacık, Yuvacık, Kavakdibi.
Parêzgariyê di heman daxuyaniyê de diyar kiriye ku ji ber operasyona leşkeri û li gorî Xala 11/Cyê ya Qanûna Rêveberina Bajaran a Hejmar 5442yê ev biryar hatiye standin û ji 11ê Tebaxa 2020an saet 19.00ê û pê ve wê bê bicîkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin