Li xwaringeha Parlamentoya Kurdistanê sewat derket: Hat kontrol kirin

01 December 2021 18:02 0 dîtin
Li xwaringeha Parlamentoya Kurdistanê sewat derket: Hat kontrol kirin

PeyamaKurd - Di avahiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê de, şewat derket. Hat ragihandin ku piştî hawarçûna tîmên agirkujiyê şewat hatiye kontrol kirin.

Li gorî zanyariyan îro Çarşemê di xwaringeha parlamentoyê de ji ber şorta elektrîkê şewat derket û ji bo kontrol kirina agir elektrîka parlamentoyê hat qut kirin.

Hat zanîn şewat hate kontrol kirin, lê hîn jî dûkelekî zêde ji avahiyê bilind dibe.

Di encama şewata di avahiya Parlamentoya Kurdistanê de ti ziyaneke canî çênebûye, lê ziyanên madî çêbûne.