Li Farqîna Diyarbekirê sewat: Sewat heta taxekê belav bû
PeyamaKurd – Li navçeya Farqînê ya Diyarbekirê danê êvarê ji ber sedemeke nediyar şewat derket.
Ekîbên agirkujiyê ji bo vemirandina agirê ku li taxekê belav bûbû, bi demê re ketin nava tevgerê.
Li gor nûçeya DHAyê ekîban ji bo vemirandina agirê ku li qadeke berfireh belav bû dest bi xebatê kirin.
Şewata ku bi bandora ba mezin bû li bejahiya Navçeya Karakoyê belav bû.
Li ser agahdarkirinê ekîbên agirkujiyê, Midûriyeta Rêveberiya Daristanê û ekîbên cendirme sewqî herêmê hatin kirin. Ekîb mudaxaleya şewatê didomînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin