Li Diyarbekirê di avahiya 25 qatî de sewat derket: Kesek mir, 14 jî birîndar bûn

12 June 2022 11:03 0 dîtin
Li Diyarbekirê di avahiya 25 qatî de sewat derket: Kesek mir, 14 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Şevê din di avahiyeke 25 qatî ya li navenda bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê şewat derket.

Hat zanîn ku agir bi daîreya qata 20an a avahiya bi navê A Plus ketiye û kesekî ji ber duxanê bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest daye. Herwiha şewatê bandor li 50 kesên din jî kiriye û 14 kesên birîndar bûne jî bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Piştî destwerdana tîmên hawarçûnê agir hatiye kontrolkirin û 14 kesên birîndar bûbûn bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin.

Derbarê sedema şewatê de, ti agahî nehatin belavkirin.