Afrîkaya Basûr | Di sewata ku di avahiyeke pirqatî de derket 63 kesan jiyana xwe ji dest dan

31 August 2023 12:59 0 dîtin
Afrîkaya Basûr | Di sewata ku di avahiyeke pirqatî de derket 63 kesan jiyana xwe ji dest dan

PeyamaKurd – Li bajarê herî mezin ê Afrîkaya Başûr Johannesburg di şewata ku di avahiyeke pirqatî de derket 63 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Servîsa Rêvebiriya Lezgîn a Johannesburgê Robert Mulaudzi daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir, şewat li gorî saeta herêmî saet di 01:30 de derketiye. Mulaudzi da zanîn, heta niha sedema şewatê nayê zanîn, herî kêm 63 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne.

Mulaudzi eşkere kir, dema hatine cihê bûyerê, dîtine ku hîna gelek kes di avahiyê de ne, karî hinek ji wan rizgar bikin û şandin nexweşxaneyê û ji zêdebûna hejmara miriyan nîgeran in. Hat îddîakirin ku avahiya ku şewat derketiye berê ji rayedaran re wek "terk" hatiye ragihandin û kesên ku li welêt îlegal in di vê avahiyê de dijîn. Xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.