Li Rihayê mînîbus li traktorê qelibî: 12 kes birîndar bun
PeyamaKurd- Li navçeya Karakopruyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, mînîbusa rêwiyan li traktorekê qelibî û yek jê bi giranî 12 kes birîndar bûn.
Di encama bûyerê de şofêr Huseyîn Karataş û yek jê bi giranî 11 rêwiyên di mînîbusê de birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên Rihayê.
Hat zanîn ku di nav birîndaran de rewşa Alî Mihemedê welatiyê Sûriyeyê giran e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin