Otobus û alava neqliyê lihev ketin: 10 kes mirin
PeyamaKurd – Li welatê Misrê li bajarê Aswanêotobusa ku tûrîstan hildigirt û alaveka neqliyê lihev ketin û di encamê de 5 ji wan biyanî 10 kes mirin. Li gor ragihandina serdozgeriya Misrê qeza li ser rêya Ebû Sîmbelê çêbû. Her weha di qezayê de 14 kes jî birîndar bûne.
Li gor ragihandina serokkomariya Misrê, serokkomar Sîsî gotiye ku lêpirsîn dewam dike û birîndarên qezayê tên dermankirin. Serokkomar Sîsî her weha ji bo kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê xwest.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin