Otobus û TIR lihevketin: 16 kes mirin

19 March 2022 00:39 0 dîtin
Otobus û TIR lihevketin: 16 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê rojhilatê Afrîka li Tanzanyayê otobusekî û TIR ekî lihev ketin û di encamê de 16 kes mirin. Ragihandin ji aliyê komserê Morogorê, Fortunatus Muslim de di wexta ji bo çapemeniyê agahiyan dida hat kirin.

Li ciyê qezayê 13 kes û li nexweşxanê 3 kes jiyana xwe ji dest dane. Dibe jimara miriyan zêdetir bibe. Birîndar li nexweşxana herêmê li Morogoroyê tên dermankirin.

Hat ragihandin ku ji bo TIR li motorosîkletê nexe, rê guhertiye û qeza çêbûye.