Li Guatemala di qeza otobusê de 51 kes mirin
PeyamaKurd – Li Qit’a Amerîkayê li welatê Guatemalayê li ser pira bi navê Puente Belice, otobusekî ji ser pirê ket newalê û di encamê de 51 kes jiyana xwe ji dest dan.
Di otobusê de 75 rêwî hebûn. Gelek ambûlans û tîmên rizgarkirinê çûn ciyê bûyerê. Serokê dewleta Guatemalayê Bernardo Arevalo xemgîniya xwe ragihand û li seranserê welat ji bo 3 rojan şînê ragihand.
Arevalo her weha ji bo artêşê û dezgeya afatan ferman da ku destekê bidin xebata ciyê bûyerê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin