Li Brezilyayê di qeza zencîre de 30 kes mirin
PeyamaKurd – Li Brezilyayê di qeza zencîre de 30 kes mirin. Îtfaiya herêmê di daxwuyaniya xwe de got ku li eyaleta Minas Geraisê li bajarokê Teofilo Otoni li ser rêya BR-116an qeza zencîre çêbûye.
Di qezayê de 30 kes mirine û 18 kes birîndar bûne. Qeza bi sedema lastîka otobusa rêwiyan teqiya û li kamyona pêşiya xwe ket, çêbûye. Bi bandora qezayê agir bi otobusê ketiye û piraniya miriyan ji ber şewatê can dane.
Serokê dewleta Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva, di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de, ji bo malbatên kesên candayî sersaxiyê xwest.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin