Otobusekî û makîna kar lihev ketin: 15 mirî

09 June 2021 00:10 0 dîtin
Otobusekî û makîna kar lihev ketin: 15 mirî

PeyamaKurd – India Today a Hindistanê ragihand ku li Hindistanê li eyaleta Uttar Pradeşê nêzî bajarê Kampûrê li devera Saçendê otobusekî û makînayekî kar lihev ketin û di encamê de 15 kes mirin. Niha jî xebata rizgarkirina birîndar û rêwiyên nav otobusê dewam dike.

Polîsê deverê ragihand ku di qezayê de 15 kes mirine û 24 kes birîndar bûne. Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi li ser qezayê ragihand ku kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane, dê bo wan ji Fon a Alîkariyê ya Netewî alîkariyê bikin.