Girê Spî | SOHR: Çaxê diziya genim dikirin mîn bi wan de teqiya: 2 lesker mirin
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ku navenda wê London e ragihand ku di encama teqîna mînekê de li Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê 2 leşkerên tirk can dane û 5 jî birîndar bûne.
Li gorî ragihandina SOHRê di dema ku leşkerên Tirkiyê mijûlî li dizî û veguheztina genim dikirin ji Siloyên bajarokê Girê Sipî bo nav axa Tirkiyê, mînek di nav hêzên Tirkiyê de teqîya û di encamê de 2 serbazan can dan û 5 leşkerên din jî birîndar bûn.
Derbarê vê teqîna mînê de hîn ji artêşa Tirkiyê ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin