Artêsa Tirkiyê îstasyona Mebrûka ya elektrîkê kiriye binkeya leskerî
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê ku ketiye nav erda Rojavayê Kurdistanê, îstasyona kehrebeyê Mebrukayê jî veguherandiye binkeyeke leşkerî ku ev jî bûye sedema kêmbûna elektrîkê li herêma Cizîrê.
Berpirsê Gerînendetiya Veguhestin û Belavkirina Enerjiyê ya Herêma Cizîrê Mistefa Silêman li ser kêmbûn û nebûna kehrebê li herema Cizîrî dibêje, piştî ku artêşa Tirkiyê îstasyona elektrîkê kiriye binkeya leşkerî, miqdara kehrebeyê ya ji Cizîrê re tê ji 170 megawatt heta 100 megawatt qels bûye û Rêveberiya Xweser a Rojava jî hewl dide şûna wê kêmbûnê tije bike.
Li gorî medya Rojava Mistefa Silêman li ser mijarê got; “Niha li heremê du îstasyonên kehrebê yên sereke hene îstasyona Mebruka û ya El-Bewab. Bi rêya van îstasyona kehrebeya ku ji bendava Tebqayê tê li heremê dihat belav kirin. Lê ji ber ku dewleta Tirk îstasyona Mebruka dagirkir û vegeherandiye cihekî leşkerî, şêniyên heremê wek berê sûd jê nagrin.”
Ji bo çareserkeirina kêmbûna elektrîkê Mistefa Silêman diyar kir ku ew hewil didin bi rêya zeviyên El-Cebse bi rêya 3 enefeyan ku karîna wan digihîje 10 megewatan, bedêlên ji bo îstasyona Mebruka ava bikin.
Wî herwiha da zanîn ku ew wek saziya enerjiyê jî wê bi rêya aliyên navdewletî hewil bidin ku îstasyona Mebruka careke din bidin xebitandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin