Di avahiya Kongra DYA de kesekî gumanbar hat girtin
PeyamaKurd – Polîsê avahiya Konga DYAyê ragihand ku li navenda ziyaretvanan kesekî talûke hatiye girtin ku pê re fişekên meşalê û yên îşaretê hebûne. Li ser bûyerê, polîs avahiya kongrê, navenda ziyaretvanan girt. Daxwuyaniya polîsê kongrê weha ye:
“Bîstekî berê, li navenda ziyaretvanan, di dema kontrolê de, me zilamekî da rawestandin û ew desteser kir. Em lêpirsîna xwe dewam dikin û navenda ziyaretvanan ya avahiya kongrê, îro ji bo geştiyaran girtiye. Heya ji destê me were, em ê zêdetir agahiyan bidin.”
Polîs ragihand ku ji ser û berên zilamê girtî, bêhna benzînê tê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin