Avahiya kongra Amerîkayê bo çûnûhatê hat girtin
PeyamaKurd – Avahiya Kongra Amerîkayê bo çûnûhatê hat girtin. Avahî bi sedema tehdîda derve hawarê da û ne tenha avahiya kongrê lê temamê avahiyên li deverê bo çûnûhatê hatin girtin.
Sedema girtina avahiye kes nizane lê li ser îhtîmalan tê axaftin. Yek ji wan îhtîmala ew e ku serokê nû Joe Biden îro prova axaftina xwe ya roja dewrsitendina serokatiyê dike. Îhtîmaleka dinê ew e ku nêzî avahiya kongrê agir be beşekî ketiye îtfaiye dixebite da agir vemirîne. Mijareka dinê ew e ku temamê parêzvanên qesrê bi sîcîla xwe ve di lêpirsîneka nasnameyê de derbas dibin. Îhtîmaleka dinê ew e ku berê di îşxala kongrê de xwepêşandêr çawa bi hêsanî ketin kongrê û qelsiya kongrê çibû, dixwazin wan qelsiyan ji ortê rakin.
Niha avahiya kongrê ji aliyê 25 hezar kesan de tê parastin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin