Polîsan girtin ser avahiya DEMê ya Îdirê!

10 October 2024 11:33 0 dîtin
Polîsan girtin ser avahiya DEMê ya Îdirê!

PeyamaKurd – Polîsan bi ser avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Îdirê de girt.

Li dijî avahiya Rêxistina Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) ya Îdirê danê sibehê polîsan girtin ser avahiyan.

Di dema ku avahiya partiyê ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin, hevserokê parêzgehê Mehmet Selçuk hat desteserkirin.

Li gorî M.A., hat diyarkirin ku polîsan hemû kuçe û kolanên ku diçin avahiya partiyê girtine.

Ketina avahiya partiyê bi bariyerên polîsan hat qedexekirin. Sedema serdegirtinê nayê zanîn lê lêgerîna li partiyê didome.