Deriyê avahiya HDPê bi mertalên polîsan hat girtin

14 October 2019 17:02 0 dîtin
Deriyê avahiya HDPê bi mertalên polîsan hat girtin

PeyamaKurd – Endama û rêveberên HDPê ku xwestin li ber deriyê avahiya xwe li ser êrîşên Rojavayê Kurdistanê daxuyaniya çapemeniyê bidin, deriyê avahiyê bi mertalên polîsan li ber wan hat girtin.

Polîsan nehiştin ku HDPî ji nav avahiya xwe derkevin ku dixwestin li demjimêr 11.30yê îro li dijî êrîşên leşkerî yên ser Rojava daxuyaniyeke çapemeniyê bixwînin.

Hat zanîn ku îro ji saetên sibehê ve avahiya HDPê hatibû dorpêçkirin û ji bo destûrnedana daxuyaniyê jî biryara parêzgariya Diyarbekirê ya qedexekirina çalakiyan wekî hincet hatiye nîşandan.