Li Bazîdê polîsan girtin ser avahiya HDPê û her du Hevserok desteser kirin

24 October 2020 12:00 0 dîtin
Li Bazîdê polîsan girtin ser avahiya HDPê û her du Hevserok desteser kirin

PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, vê sibehê girtin ser avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bazîdê ya Agiriyê û her du Hevserokên Navçeyê Abdullah Ekelîk û Gonul Ozturk desteser kirin. 

Polîsan li navçeya Bazîdê, vê sibehê hemwext girtin ser avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bazîdê û malên hevserokan. Polîsan Hevserokên Rêxistina Navçeyê Abdullah Ekelîk û Gonul Ozturk girtin û lêgerîn li mala wan pêk anîn, pişt re jî ew binçav kirin.

Li gor zanyariyan, hevserok bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" û "propaganda rêxistinê kirine" hatin desteserkirin.