Stenbol: Li dijî avahiya DEM Partiyê hêrisa çekdarî
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li dijî avahiya şaxa DEM Partiyê ya Sultangaziya Stenbolê hêrişeke çekdarî pêk hatiye.
DEM Partiyê diyar kir ku di encama hêrişê de ti mirin û brîndarbûn çênebûye, lê belê ziyana malî çê bûye.
Hate ragihandin ku kesekî nasnameya wî ne diyar gule li avahiya DEM Partiyê ya Şaxa Sultangaziya Stenbolê reşandiye.
Rayedarên DEM Partiyê dan zanîn ku di hêrişê de ti mirin û brîndarbûn pêk nehatine, lê belê camên avahiya partiyê ku 10 gule lê ketine şikestine.
Hevserokê Navçeya Sultangaziyê yê DEM Partiyê Faruk Kaya bi ser hesabê xwe yê medyaya civakî, di derbarê hêrişê de diyar kir ku ji taxê agahî wergirtine ku di derdora demjimêr 05:00an de hêriş pêk hatiye.
Kaya da zanÎn ku piştî hêrişê polîsan li avahiya navçeyê lêpirsîn dane destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin