'Em destûrê nadin navê Prens Selman û Qral bê reskirin'

22 November 2018 13:00 0 dîtin
'Em destûrê nadin navê Prens Selman û Qral bê reskirin'

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Adil el Cubeyr, di hevpeyvîna BBCyê de li ser pirsên ‘berpirsiyariya Prensê Welîehd Muhammed bin Selman di kuştina Cemal Kaşikcî de’ axivî û hişyariyeke tund da.

Cubeyr diyar kir ku daxuyaniyên li ser tawanbarkirina Prens Selman tên wateya ‘derbaskirina xeta sor’ û got, Prens û Qral nûnertiya her welatiyekî Siûdî dikin û em destûrê nadin navê wan were reşkirin.