Trump name ji Elî Xamaney re sand: Em destûrê nadin!

07 March 2025 16:35 0 dîtin
Trump name ji Elî Xamaney re sand: Em destûrê nadin!

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, di hevpeyvîna kanala Fox News de got ku wî nameyek ji rêberê olî yê Îranê Xamaney re şandiye û xwestiye, pêvajoyeke danûstandinê li ser çekên nukleerî bidin destpêkirin.

Trump diyar kir ku Îran nikare bibe xwediyê çekên nukleerî û got, ew hêvîdar e Xamaney muzakereyan qebûl bike, ji ber ku Amerîka destûrê nade bibin xwedî çekên atomî.

Herwiha Trump destnîşan kir: "Min got hêvîdar im hûn danûstandinê bikin, ji ber ku ev dê ji bo Îranê gelek çêtir be. Ez bawer im ew dixwazin wê nameyê werbigirin. Alternatîfa din jî ev e ku em neçar in tiştekî bikin, ji ber ku em nikarin destûrê bidin çekeke nukleerî."