Rûhanî dijî redkirina namzedên serokomariyê name ji Xamaney re sand
PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, ragihand ku ew ji ber redkirina namzediya kesayetên diyar ên Îranê bo hilbijartinên serokomariyê neçar maye nameyekê ji rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney re nameyekê bişîne.
Rûhanî îro 26ê Gulanê di civîna Encûmena Wezîran de, rexne û giliyên bo redkirina namzediyên kesayetên wekî; Serokomarê berê Mehmûd Ehmedî Nejad, Serokê berê yê parlamentoyê Elî Larîcanî û Cîgirê Serokomarê niha Îshaq Cehangirî kir û got, wî nameyek ji Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamaney re şandiye.
Hesen Rûhanî dibêje, hilbijartina serokomariyê pirseke gelek girîng e û nîşana azadî û têgihîştina xelkê ye ku divê xelk bi azadî û têgihîştina temam biçin ser sindoqên dengdanê û divê li ser biryara xelkê encam pêk were.
Serokomarê Îranê herwiha diyar kir, “Hilbijartina mezin li Îranê rewatîdana bi desthilatê de ye û ev girîng e û me ev yek ji jibîr kiriye.”
Rûhanî bibîr xistiye ku heger beşdariya xelkê di hilbijartinan de kêm be û hinek tişt bo xelkê zelal nebin, wê demê berjewendiyên niştimanî, asayiş û aboriya desthilatê li cîhanê çawa dibe?
Encûmena Parastina Destûra Îranê tenê 7 namzedan pesend kiriye ku ew jî; Îbrahîm Reîsî, Se'îd Celîlî, Muhsîn Rezayî, Elîrreza Zakanî, Emîrhusên Qazîzade Haşmî, Muhsîn Mêhir Elîzade û Ebdulnasir Hîmetî ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin