Xamaney daxwaza ji nû ve nirxandina vetoya ser namzedên serokomariyê kir
PeyamaKurd – Beriyana hilbijartinê serokomariya Îranê yên 18ê Hezîranê têne kirin, Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî, ji bo kesên namzetiya wan hatiye redkirin daxwaza lêkolîneke nû kir.
Ayetullah Elî Xameneyî di gotara xwe ya salvegera mirinaAyetullah Xameneyî de bal kişand ser nêzîkbûna hilbijartinên serokomariyê û li ser redkirina hin namzedan got ku Komisyona Parastina Destûra Bingehîn bi vetokirina navê hinek namzedan û piçûkxistina malbatên wan şaştî kiriye.
Xameneyî herwiha daxwaza careke din lêkolîna derbarê namzediya kesên navê wan hatiye vetokirin de kir.
Hêjayî gotinê ye, Desteya Biryardanê ya Destûra Îranê navê hejmarek namzedên hilbijartinên serokomariyê veto kiribû û tenê 7 kes dikaribûn bikevin hilbijartinê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin