Trump li pês namzedên serokomariyê yên Komarî ye
PeyamaKurd – Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump di anketa hilbijartinên seretayî yên 2024an de ji sedî 52 li pêş namzedên Partîya Komarî derket.
Anketa herî dawî destnîşan kir, Trump tevî dozên dewletî û federal ên li dijî wî di nav rêz û pelên Komarî de populer dimîne.
Li gorî anketê, Trump 34 pûanan li pêş peyrewê xwe yê herî nêzîk Waliyê Florîda Ron DeSantis bû û bi rêjeya ji sedî 52 di nav berbijêrên Komarî yên serokomariyê de dest ji rêza yekem berneda. DeSantis ji sedî 18 asê maye.
Cîgirê Serokê berê Mike Pence û Nûnera berê ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley li pey DeSantis ji sedî 7, karsaz Vivek Ramaswamy ji sedî 6, Senatorê Karolînaya Başûr Tim Scott ji sedî 3, parêzgarê berê yê New Jersey Chris Christie ji sedî 2, û namzedên mayî yên din. ji sedî 1 deng wergirt.
Digel ku ji sedî 43 ê bersivdaran gotin, ew "teqez" wê piştgiriyê bidin Trump, ji sedî 61 jî gotin ku ew bawer dikin ku Serokê berê "pir îhtîmal e" di hilbijartinên 2024an de wekî berbijarê serokatiyê Komarparêz bibe namzed.
Piraniya bersivdaran diyar kirin, ew hest dikin ku sûcdariyên ku Trump pê re rû bi rû ne bi kapasîteya wî ya serokatiyê ve girêdayî ne û bi ciddî ne xema bandora wan sûcan wê li ser hilbijartina Trump hebe.
Tenê ji sedî 16 ê beşdarên anketê gotin, ew ê di hilbijartinên seretayî de ti carî dengê xwe nedin Trump, ji ber rola wî di êrîşa 6ê Çile ya Kongreyê de.
Anket di 25-31ê Tebaxê de di nav 1503 mezinên neteweyî de, 784 Komarparêz û serbixweyên ku xwedan Komarparêz in ji bo dengdanê qeydkirî bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin