Sekreterê Parlamentoya Iraqê: Ti namzedên nû ji bo serokomariyê nehatine tomarkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê, doh 8ê Sibatê ji nû ve 3 roj ji bo namzebûna hilbijartinên serokomariya Iraqê diyar kir, ji bilî namzedên berê ti kesekî nû xwe nekiriye namzedê serokomariyê. Proseya namzedbûnê doh dest pê kiribû û heta 3 rojan berdewam dike.
Sekreterê Parlementoya Iraqê Sîrwan Sîrînî yê berpirsê tomarkirina navê namzedên serkomariya Iraqê ji medyayê re ragihand ku wan dest bi tomarkirina navê namzedan kiriye lê heta niha ti namzedekî nû nehatiye tomarkirin.
Li ser nûçeyên ku dibêjin, PDKê li şûna namzedê xwe Hoşyar Zêbarî navekî nû pêşkeş kiriye jî Sîrwan Sîrînî gotiye, tiştekî wisa nîne û ji xwe niha li dijî Hoşyar Zêbarî lîstikeke kirêt tê kirin.
Herwiha Sekreterê parlementoya Iraqê diyar kiriye ku desteya destpakiya Iraqê nameyek li ser Hoşyar Zêbarî ji parlementoya re şandiye û gotiye, me jî ew name qebûl kiriye û ti pirsgirêkek li ser namzedbûna Hoşyar Zêbarî nîne, tişta ku niha tê kirin lîstikeke kirêt e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin