Trump beriya serdana Erdogan nameyeke din jê re sandiye

11 November 2019 21:16 0 dîtin
Trump beriya serdana Erdogan nameyeke din jê re sandiye

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî nameya beriya êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê, hat îdiakirin ku nameyeke din beriya serdana Erdogan a Washingtonê jê re şandiye.

Li gorî nûçeya Middle East Eye (MEE) Trump di nameya duyem de fişara ji bo S-400ên Rûsî li Erdogan kiriye û gotiye, heger Tirkiye razî nebe dê neçar bimîne dorpêçan li ser Tirkiyê bisepîne.

Trump di nameyê de ji Erdogan re gotiye, heger ji kirîna S-400ên Rûsî vegere wê ji nû ve Tirkiyê bixin nav bernameya balafirên F-35an û rêkeftina bazirganî ya 100 milyar dolaran bixin pratîkê.

Li gorî jêderan Erdogan bi nameya Trump razî nebûye û nameya duyemîn ne wekî ya derbarê êrîşên Rojava bi zimanekî dîplomatîk hatiye nivîsandin.

Medya Amerîkî dide xuyakirin ku Trump ji ber fişarên Kongreyê ku bi taybet ji bo Rojava dixwaze dorpêçan bi ser Tirkiyê de bisepînin ketiye tengaviyê û loma jî bi Erdogan re dixwaze li hev bike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan sibe 12ê Mijdarê diçe Amerîkayê û tê çaverêkirin 13ê mehê jî bi Trump re rûbirû hevdîtinekê pêk bîne.