Rêveberiya Rojava: Trump rast nabêje, Erdogan jî jê hêzê distîne

17 November 2019 20:18 0 dîtin
Rêveberiya Rojava: Trump rast nabêje, Erdogan jî jê hêzê distîne

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li ser rewşa dawî li Qamişlo civîneke rojnamevanî li dar xist.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Hevserokê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Ebdulhemid El Mihbaş ve hat xwendin de hat gotin, “Erdogan weke xelîfeyê Osmanî axa Rojava weke milkê xwe dibîne. Li şuna ku Trump bêje çi mafê te heye tu axa welatekî dagir dikî, bi demografiya civakê dilîzî, dibêje ku ‘agirbest baş dimeşe û Kurd jî ji vê razî ne’. Beriya her tiştî ev ne rast e.”

Mihbaş diyar kir ku êrîşên artêşa Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî Enqerê li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin û got, “Gelên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Surîyê di şerê dijî DAIŞê de bedelên herî giran dan” û wiha axivî:

“Îro bi handan û erêkirina dewleta Amerîka û Rusyayê di bin êrîş û komkujîyên hovane yên dewleta dagirker a TirkIyê û çeteyên faşist ên bermahIyên DAIŞ û Nusrayê de ne û careke din her roj berdelên giran didin. Gundên wan, bajarên wan û warê wan tên xerakirin û bombekirin.”

Ebdulhemid El Mihbaş êrîşa ser Efrînê bibîr xist û got: “Sicîla dewleta dagirker a Tirkiyê li Efrinê li ber çavan e. Bi sed hezaran gelê Kurd hatin koçberkirin û li şuna wan malbatên DAIŞ û Nusrayê yên artêşa sexte ya millî ya Sûriyê hatin bicihkirin. Bi sedan jin û zarokên Kurdên Efrînê hatin revandin, talan û dizî bê sînor pêk tê. Lê Neteweyên Yekbûyî û hêzên navnetewî li hemberî komkujî û guhertina demografîk ku li Efrînê li ser gelê Kurd pêk hat hîn jî bê deng in.”

El Mihbaş bal kişand ser ku Erdogan li Amerîkayê li ber çavên cîhanê xwe mafdar dît ku careke din “nexşeya dakirkeriyê nîşanî herkesî bide, daxwaz û biryara xwe ya dagirkirina Rojava” bîne ziman û got: “Ev rûreşiyeke pir mezin bû ku ne dewleta Sûriyê bi xwe, ne jî li ser nirxên mirovahiyê û demokrasiyê yek kesî jî bersiv neda gef û daxwazên Erdogan.”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser helwesta Serokê Amerîkayê Donald Trump bi tundî rexne kir û diyar kir:

“Pir eşkere ye ku dewleta dagirker a Tirkiyê ji hevdîtina Trump û faşist Erdogan hêz girtiye. Erdogan li Washingtonê jî bi rehetî dikare bêje ku ez ê milyonek penaber li Reqa û Dêrazorê bi cih bikim. Erdogan weke xelîfeyê Osmanî axa Rojava û Bakurê Surîyê weke milkê xwe û dewleta Sûriyê jî weke eyaletek Osmanî dibîne. Li şuna ku Trump bêje çi mafê te heye tu axa welatekî dagir dike, bi demografiya civaka dilîze, li ser gelê Kurd, Ereb û Xiristiyan komkujî û qirkirinê pêş dixîne, dibêje ku `Agirbest baş dimeşe û Kurd jî ji vê razî ne`. Beriya her tiştî ev ne rast e. Ti kes ji komkujî û dagirkirinê ne razî ye. Bi sed hezaran Kurd, Ereb û Kristiyan wexta di bin tang, top û balafirên dewleta dagirker a Tirkiyê de tên qirkirin, bi zorê ji gund û bajarên xwe tên derxistin ew dê çawa razî bin ku kesên biyanî ku tu mafê wan tune ye were li gund û bajarên wan bê bi cih kirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî ev bang hat kirin:

“Em hêvîdar in ku dewleta Sûriyê û Esed ziman û nêzîkatiyên çareserî pêş bixîne. Em weke gelên Rojava û Bakurê Sûriyê ti caran hedefek û armancek me ya perçekirina Surîyê çênebûye. Gotin û suçdariyên parçekirina Sûriyê ku ji bo me tê gotin ne rastin û rastiyê venabêje. Ev 8 salin li hemberî hêzên dakirker, çeteyên DAIŞ û Nusrayê me axa Surîyê û yekîtîya Surîyê parastiye. Ev serkeftin ji bo hemû gelên Sûriyê ser bilindiyek e. Çawa ku tu hesabên me li ser parçekirina Sûriyê tune, divê tu kes jî hesaban nekin ku Sûriyê weke 8 sal berê be. Ya herî rast qebûlkirina hevdû ye û li hemberî hevdû pêşxistina ziman û nêzîkatiyên çareseriyê ye. Ji bo Sûriyeke demokratîk ku hemû gel xwedî nasname û mafan bin çi erk û berpirsiyartî dikeve ser gelên Rojava û Bakurê Sûriyê em amade ne ku pêk bînin.”