Rêveberiya Rojava: 300 hezar kes koçber bûne û îdiayên vegeriyane jî nerast in
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi civîneke çapemeniyê ragihand ku ji destpêkirina êrîşên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê ve hejmara koçberan gihîştiye zêdetirî 300 hezarî û 86 hezar xwendekar jî ji xwendinê bê par mane.
Daxuyaniya çapemeniyê li Navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişlo bi beşdariya serokê Buroya Kar û Barên Rêxistinên Mirovî û nûnerên Heyva Sor a Kurdî hat dayîn.
Serokê Buroyê Abdulqadir Miwehed daxuyanî xwend û got, “Ji destpêkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, pêla koçberiyeke mezin a şêniyan ji gund û bajaran çêbû. Hejmara koçberan gihaşt zêdetirî 300 hezarî. Her wiha ji wê zêdetir jî 86 hezar xwendekar ji xwendinê bê par man.”
Abdulqadir Miwehed eşkere kir ku raporên ku ji hêla rêxistinên navdewletî ve derbarê koçberan de derdikevin, ne zalal in û îşaret pê kir ku gotegot û îdiayên ku koçber piştî dagirkirina herêmên wan ji aliyê Tirkiye û çekdaran ve, vegerîyane malên xwe ne rast in.
Di daxuyaniyê de herwiha hat ragihandin ku di encama êrîşên berdewam de,heta niha 478 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 1070 kes jî brîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin