Rêveberiya Rojava: Zêdetirî 275 hezar kes koçber bûn

15 October 2019 21:04 0 dîtin
Rêveberiya Rojava: Zêdetirî 275 hezar kes koçber bûn

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) ragihand, ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê zêdetirî 275 hezar kes koçber bûne.

Herwiha hat ragihandin ku ji ber berdewamiya êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, koçberiya welatiyên Serê Kaniyê û Girê Sipî û gundewarên wan rojane zêde zêdetir dibe ku piraniya wan jî berê xwe didin herêma ewletir wek Til Temir û Hesekê.

Rêveberiya Xweser îro da xuyakirin ku ji SerêKaniyê û Girê Spî zêdetir ji 275 hezar kesî koçber û derbider bûne, ku 70 hezar ji wan zarok in.

Amaje bi wê yekê jî kir, tevahiya rêxistinên navdewletî karên xwe rawestandine û karmendên xwe ji Rojavayê Kuridstanê vekişandine û pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye.

Li aliyê din îro Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed ragihand ku îro yekem karwana alîkariyê ku ji 30 barhilgiran pêk tê û xwarin û pêwîstiyên pizîşkî lixwe digire, ji bo koçber û nexweşxaneyên Hesekê tên şandin.

Heyva Sor a Kurd li Rojavayê Kurdistanê jî da zanîn ku ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê ser gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê,165 welatiyên sivîl şehîd bûne, di nava wan de 11 zarok û 35 jin hene.