Ji Rêveberiya Rojava hisyariya pistî erdhejê koçberkirin û guhertina demografîk
PeyamaKurd - Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ku wekî baskê siyasî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tê zanîn, li ser rewşa piştî karesata erdhejê, koçberkirina xelkê ziyandîtiyên erdhejê li herêmên dagirkirî yên Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke belav kir û hişyariya guhertina demografîk da.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku MSD ji kêliya destpêkê ya karesata erdhejê ya 6ê Sibatê ve ligel Rêveberiya Xweser, hemû derfetên xwe yên siyasî û dîplomatîk ji bo xizmetkirina gelê Sûriyeyê yên zirar ji erdhejê dîtine pêşkeş kiriye.
Hat diyarkirin ku ji aliyê komên girêdayî Tirkiyeyê ve mexdûrên erdhejê ji alîkariyan hatine mehrûmkirin yan jî gihîştina alîkariyan hatiye astengkirin û hat gotin, “Komên girêdayî Tirkiyê alîkariyên Rêveberiya Xweser pêşwaz nekirin û ragihandina Desteyên Parastina Sivîl a ji bo pêdiviya bi wan alîkariyan paşguh kirin. Lê ji bo erka mirovî û exlaqî û nîştimanî me hewl da em alîkariyê bikin, tevî ku me dizanî bawerî bi van komên terorîst ji bo wan alîkariyan tune ye.”
Herwiha li ser koçberkirina bi zorê ya ziyandîtiyên erdhejê û guhertina demografîk a herêmê hişyarî hat dayîn û ev bang hat kirin: “Em bi tundî van siyasetên guhartina demografîk ku dewleta Tirk li dijî kurdên li bakurê rojavayê Sûriyeyê pêk tînin, şermezar dikin. Em bang li civata navneteweyî dikin ku destwerdanê bike û zextê bike ku Kurd ji cihên xwe yên resen neyên koçberkirin, herwiha heta niha zêdetirî ji sedî 70 ji şêniyên Efrînê hatiye koçberkirin.”
MSDê sersaxî da malbatên mexdûrên erdhejê û da zanîn, “Em bang li hemû hêzên nîştimanî yên demokratîk dikin hevgirtî bin û mekanîzmeyên aktîf ji bo çavdêriya li hemû çalakiyên desthilatan li ser erdê biînin û gihandina alîkariyên mirovî yên tên şandin bişopînin. Em bang li HSDê dikin ku têkoşîna xwe bilind bikin û şansên ji bo sivikkirina azarên sûriyeyan ji dest xwe bernedin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin