Rêveberiya Rojava di salvegera dagirkirina Efrînê de hisyariya parçekirina Sûriyê da

18 March 2020 18:51 0 dîtin
Rêveberiya Rojava di salvegera dagirkirina Efrînê de hisyariya parçekirina Sûriyê da

PeyamaKurd – Di salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê de, ji aliyê Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di pêvajoya 2 salan de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hemû cureyên binpêkirinan dan meşandin, çi siyaseta guhartina demografiyê, koçberkirina gelên herêmê û bicihkirina biyaniyan, heta bi exlaqên dermirovî û qanûnî pêk anî. Dewleta Tirk gel revand, gefan li sivîlên li Efrînê dixwe, li gel vê yekê azara ku gelên Efrînê li hundir û derveyî herêmê û li herêmê Şehbayê jî dikişînin. Lewma di vê çarçoveyê de divê civaka navneteweyî xwe berpirs bibîne.”

Rêveberiya Xweser herwiha hişyarîya parçekirina Sûriyê da û wiha pê de çû: “Dagirkirina artêşa Tirk a dagirker ji Efrînê  û hermên Sûriyê re xeteriyê li serr pêşerojê Sûriyê û gelên Sûriyê çêdike, her wiha Sûriyê parçe dike û yekitiya gelan dike armanc.Ev a ku domdar em hişyariyê wê dikin û divê hemû hêz li dijî vê projeya wêranker bisekinin.” 

Di dawiya daxuyaniyê de jî bang li civaka navdewletî tê kirin û Neteweyên Yekbûyî (NY) jî tê xwestin, komîteyeke şopandina rastiyan ava bike, da ku kiryarên dewleta Tirk û çekdarên wê yên li Efrînê û tevahiya herêmên Sûriyê yên ku dagirkiye eşkere bike û hesab bixwaze.