Di salvegera dagirkirina Efrînê de bi dehan sivîl hatin girtin

19 March 2020 22:03 0 dîtin
Di salvegera dagirkirina Efrînê de bi dehan sivîl hatin girtin

PeyamaKurd – Di roja duyemîn sala dagirkirina bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê de, komên çekdar hejmarek sivîl li Efrînê girtin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî ragihand, ku çekdaran doh 18ê Adarê bi ser malên sivîlan de girt û 9 sivîl binçav kirin.

Herwiha li navçeya Şiyê jî çekdarên koma El-Emşat, 3 sivîl girtin.

Hat zanîn çekdaran cara sêyemîn kesê bi navê Beker Ehmed Hecî yê ji gundê Enqelê digire ku berî niha jî 8 milyon fidye dabû çekdaran û niha jî 2 milyonê din jê dixwazin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan ragihandiye ku li ser benda kontrolê ya li gundê Tirindê jî bi dehan sivîl hatine girtin.

Herwiha li navçeya Cindirêsê jî sivîlê bi navê Şîraz Salih yê ji gundê Keferdiliyê hatiye girtin.