Rûsyayê di salvegera damezrandina Kîevê de bi dehan dronên bombekirî barandin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Rûsyayê şevê din bi dehan dronên bombekirî, êrîşeke mezin li ser paytexta Ukrayna Kîevê pêk anî ku kesekî sivîl di êrîşeke de hate kuştin.
Şaredarê Kîevê Vîtalî Klîçko îro Yekşemê ragihand ku Rûsyayê bi dronan êrîşî ser bajêr kir û di encamê de kesek hate kuştin û jinek jî birîndar bû.
Herwiha şaredarê Kîevê da xuyakirin ku li taxa Holosevsky agir bi navenda kompanyayekê ketiye.
Berpirsên Rêveberiya Leşkerî ya Kîevê jî ragihandin ku di dema êrîşê de wan 40 dronên Rûsî xistine xwarê.
Hat ragihandin ku ev êrîşa sibeha roja Yekşema dawî ya Gulanê di demek ku Kîev salvegera damezrandina xwe ya fermî ya 1541 sal berê bibîr tîne, hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin