Rûsyayê bi 200 mosekan êrîsî Kîevê kir! Ukrayniyan xwe li tunelên metroyê girtin!

27 August 2024 11:31 0 dîtin
Rûsyayê bi 200 mosekan êrîsî Kîevê kir! Ukrayniyan xwe li tunelên metroyê girtin!

PeyamaKurd – Rûsyayê doh nêzîkî 200 rokêt û balafirên bêmirov avêtin Ukraynayê ku bû sedema mirin û qutbûna elektrîkê li gelek deveran, di heman demê de derbeyek li şebekeya enerjiyê ya wî welatî ku jixwe lawaz e jî xist.

Ev êrîşa herî mezin a Rûsyayê di hefteyên dawî de di demekê de bû ku Ukrayna êrîşa ku beriya sê hefteyan li herêma Kurskê ya Rûsyayê destpê kiribû, didomand ku wê roja Yekşemê ragihandibû pêşde diçe.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy di vîdyoya Telegramê de got: “Di sektora enerjiyê de zirareke mezin heye. Xebatên tamîrkirinê berdewam dikin.”

Di dema ku doh danê sibê li paytext Kîevê dengê teqînan hatin bihîstin, gel neçar man xwe li tunelên metroyê bi cih bikin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku ew binesaziya ku ji bo piştgirîkirina sektora berevaniya Ukraynayê tê bikar anîn hedef digire.