Rûsyayê bi mosekan êrîsî Kramatorskê kir!

02 February 2023 12:02 0 dîtin
Rûsyayê bi mosekan êrîsî Kramatorskê kir!

PeyamaKurd – Artêşa Rûsyayê bajarê Kramatorskê yê Ukraynayê bi moşekan hedef girt. Di êrîşên ku li avahiya ku sivîl lê dijîn de, herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Waliyê herêmê Pavlo Kyrylenko diyar kir, di xaniyê ku hilweşiyaye de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 20 kes jî birîndar bûne.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên di bin xirbeyan de berdewam dikin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy diyar kir, hêzên Rûsyayê êrîşên xwe yên li rojhilatê welêt zêde kirine û rewşa eniyê dijwartir bûye.

Ji aliyê din ve Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn derbarê êrîşên Ukraynayê yên li ser herêmên Rûsyayê de axivî.

Pûtîn diyar kir, ji ber êrîşan gelek kes bê mal mane û got, divê hêzên Rûsyayê pêşî li êrîşên ji axa Ukraynayê bigirin.