Biryara Kîevê ya YEyê wê Rûsyayê hêrs bike!

21 September 2024 08:59 0 dîtin
Biryara Kîevê ya YEyê wê Rûsyayê hêrs bike!

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê biryar da ku 35 mîlyar euro deyn bide Kîevê û dahata samanên cemidkirî yên Rûsyayê wekî temînat bikar bîne.

Seroka Komisyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen di serdana xwe ya Kîevê de li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî X parvekirinek parve kir.

Von der Leyen diyar kir ku Rûsya êrîşên xwe yên li ser Ukraynayê bênavber didomîne û diyar kir ku Ukrayna pêwîstiya xwe bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê heye.

Von der Leyen diyar kir ku YE dê tevkariyê li başbûna Ukraynayê bike û wiha got:

"Komîsyona Yekîtiya Ewropayê wê di çarçoveya peymana G7 de heta 35 milyar euro deyn bide Ukraynayê."

Rêberên welatên G7 di meha Hezîranê de li hev kiribûn ku 50 milyar dolar deyn bidin Ukraynayê, da ku qazancên ji samanên cemidkirî yên Rûsyayê wekî temînatê bikar bînin.

Ji destpêka Şerê Rûsya û Ûkraynayê ve, welatên rojavayî nêzîkî 300 milyar dolar mal û milkên Rûsyayê cemidandine. Nêzîkî 200 milyar dolar ji vê mîqdarê li welatên Yekîtiya Ewropayê ye.

Malên cemedkirî her sal bi mîlyaran dolar dahata faîzê çêdike. Welatên G7, bi taybetî DYA, dixwazin vê hatinê ji bo piştgirîkirina Ukraynayê bi kar bînin.