Rûsyayê bi mûsek û dronan hêrisî Kîevê kir

02 September 2024 14:47 0 dîtin
Rûsyayê bi mûsek û dronan hêrisî Kîevê kir

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Rûsyayê bi 35 mûşek û 23 frokeyên bêmirov ên bi çek hêrişî paytexta Ûkraynayê Kîevê û herêmên din kiriye.

Artêşa Rûsyayê şev çûyî li dijî paytexta Ûkraynayê Kîevê û herêmên din ên Ûkraynayê hêrişeke hewayî pêk anî.

Li seranserê Ûkraynayê, nêzîkî 2 demjimêran hişyariyên hêrişên hewayî hatin dayîn. Di daxuyaniya ku ji aliyê artêşa Ûkraynayê ve hate dayîn de hat ragihandin ku yekîneyên parastina hewayî zêdetirî 10 mûşekên krûz û nêzî 10 fuzeyên balîstîk îmha kirine.

Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko bi daxuyaniyekê diyar kir ku di encama hêrişa Rûsyayê ya li herêma Svyatoşynksyi de qismen bolîlera tesîseke avê xisar dîtiye û ketina îstasyona metroyê ya ku wek stargeh dihat bikaranîn jî ziyan dîtiye.

Klitschko her wiha ragihand ku di encama hêrişan de 3 kes birîndar bûne, 4 otomobêl û avahiyek şewitîne û da zanîn ku tîmên alîkariyê arasteyî herêmê hatine kirin.

Ji aliyê din ve di daxuyaniya Wezareta Navxweyî ya Ûkraynayê de hat diyarkirin ku artêşa Rûsyayê bi şev hêrişeke hewayî birin ser bajarê Sumy yê Ûkraynayê.