Rûsyayê hêrisî Kîevê kir

24 March 2024 16:38 0 dîtin
Rûsyayê hêrisî Kîevê kir

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku artêşa Rûsyayê bi mûşekên krûzê hêrişî paytexta Ûkraynayê Kîevê.

Serokê Midûriyeta Leşkerî ya Bajarê Kîevê yê Artêşa Ûkraynayê Sergey Popko bi daxuyaniya xwe ya ser hesabê xwe yê medyaya civakî de got ku ku Rûsya di vê hêrişê de bombeyên stratejîk ên wek; X-101, X-555, X-55 yên cureya Tu-95MS bikar anîye.

Artêşa Rûsyayê îro danê sibehê ragihandibû ku hêzên wan hêrişî paytexkta Ûkraynayê Kîevê kirine û diyar kir ku hêzên wan di vê hêrişê de mûşekên Kruz bikar anîne.

Popko da zanîn ku nêzîkî 10 mûşekên Rûsyayê, ji aliyê hêzên parastina hewayî yên Ûkraynayê ve hatine têkbirin.

Popko amaje bi wê yekê kir ku di çar rojên dawî de ev hêrişa 3yemîn a mûşekî ye ku li dijî Kîevê tê pêkanîn û got, "Li gorî daneyên destpêkê, li paytextê ti ziyanên canî û malî çênebûne."

Şaredarê Kîevê Vitaliy Klitchko jî diyar kir ku ji ber hêrişa hêzên Rûsyayê ya li dijî Ûkraynay, li ser bajêr dengên teqînan hatine bihîstin.

Klitschko diyar kir ku pergalên parastina hewayî dixebitin û got ku parçeyên mûşekên ku li hewayê hatin têkbirin, ketine qada daristanê ya navçeya Desnyan.