Ûkrayna: Rûsyayê dîsa bi mûsekên balîstîk hêrisî Kîevê kir
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Rûsyayê îro danê sibê bi mûşekên balîstîk hêrişî paytexta Ukraynayê Kîevê kiriye.
Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Bajarê Kîevê Sergey Popko di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê medyaya civakî de diyar kir ku artêşa Rûsyayê di 5 rojên dawîn de cara sêyemîne bi mûşekên balîstîkî hêrişî paytext Kîevê kiriye.
Popko di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Dijmin di derdora demjimêr 10.30î de ji herêma Kirimê ya dagirkirî 2 mûşekên balîstîk avêt Kîevê, lê her du mûşek jî ji aliyê sîstema parastinê ya hewayî ve li hewa hatin têkbirin."
Popko destnîşan kir ku li navçeyên Pechersk, Solomen, Dnipro û Golosiyiv ên ku perçeyên mûşekan lê ketine hin avahiyan ziyanê dîtine û da zanîn ku yek jê zadrok 4 kes birîndar bûne.
Ji aliyê din ve di daxuyaniya Fermandariya Hêzên Hewayî ya Ûkraynayê de jî hate ragihandin ku Rûsyayê bi 9 frokeyên bêmirov ên modela "Şahed" hêrişekê pêk haniye.
Fermandariyê di derbarê ziyanên canî û malî yên vê hêrişê de ti agahî parve nekir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin