Amerîkayê dîsa hisyariya Ûkraynayê da Rûsyayê: 'Em nizanin niyeta Pûtîn çi ye?'

09 February 2022 16:31 0 dîtin
Amerîkayê dîsa hisyariya Ûkraynayê da Rûsyayê: 'Em nizanin niyeta Pûtîn çi ye?'

PeyamaKurd - Berdevka Koşka Spî ya Amerîkayê Jen Psaki di civîna rojnamevanî ya heftane de, li ser îhtimala dagirkirina Ukraynayê careke din hişyariya cezayên giran ên Amerîka û hevpeymanên wê bo Rûsyayê da.

Psakî herwiha behsa hevdîtina Serokê Fransayê Emmanuel Macron a bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn kir û pesnê serdana Macron a Moskowê da ku wek yekem serokê welatên rojava piştî zêdebûna aloziya Ukraynayê bi Pûtîn re hevdîtin kiriye.

Berdevka Koşka Spî got: “Em pêşwaziyê li her hewldaneke dîplomatîk dikin. Em niha nikarin pêşbînî bikin û nizanin niyata Serok Putin çiye. Em nikarin pêngava siberojê ya Rûsyayê kontrol bikin. Tişta em dikarin bikin û bi baweriya min doh Serok Macron jî rolek dît ku eşkere kir hevpeyman baceke giran ferz dikin heger Putin Ukraynayê dagir bike. Lê derbarê nirxandinê de, zanyarî û pêşbîniyên me yên nû li ser karê siberojê yê Putin nînin.”

Li aliyê din Amerîka bi rêya Kongreyê pakêteke cezayan ji bo Rûsyayê amade dike, Serokê Piraniya Demokratan li Encûmena Pîran Chuck Schumer jî gotiye, kar li ser hatiye kirin ku berî Rûsya êrîş bike ceza bikevin pratîkê.