Rûsyayê hisyariya destwerdana leskerî da Amerîkayê

24 January 2019 19:27 0 dîtin
Rûsyayê hisyariya destwerdana leskerî da Amerîkayê

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Rûsyayê li ser krîza seroktiyê ya Venezuelayê hişyarî da Amerîkayê ku destwerdaneke leşkerî li wî welatî neke.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov got ku dê pêngaveke wisa bibe sedema felaketê.

Ryabkov li ser krîza seroktiyê ya Venezuelayê ji medya Rûsî re ragihand, "Em hişyariyê didin Amerîkayê ku destwerdaneke leşkerî neke. Ev dê bibe sedema senaryoya felekatekê li Amerîkaya Latîn.”

Ryabkov got, "Em piştgiriyê didin Venezuelayê û em ê piştgiriya xwe ya bo şirîka stratejîk berdewam bikin.”

Hêjayî gotinê ye, Rûsya berevajî Amerîkayê seroktiya Nicolas Maduro nas dike û wekî serokê demkî ragihandina Serokê opozîsyonê û Serokê Meclîsa Netewî yê Venezuellayê Juan Guaido nas nake.

Welatên wekî Çîn, Îran, Rûsya û Tirkiye jî seroktiya Maduro nas dikin û piştgiriyê didin rejîma Maduro ya Venezuelayê.