Îsraîl | Li Tel Avîvê kamyonekê ajot ser sivîlan: Bi dehan birîndar hene
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Yekşemê, kamyonekê bi ser rawestgeheke otobusan a nêzî baregeha MOSSADê de ajot.
Li gorî zanyariyên destpêkê hejmarek zêde birîndar û mirî hene.
Medya Îsraîlê ragihandiye ku rewşa deh birîndaran giran e ku bi tevahî 40 kes di encama bûyerê de birîndar bûne.
Dema êrîşê ajokarê kamyonê ji aliyê hêzên îsraîlî hatiye kuştin, lê heta niha zelal nebûye bê êrîş ji aliyê kîjan hêz û rêxistinê ve hatiye encamdan.
Polîsê Îsraîlê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin û nirxandin li ser êrîşeke terorî tê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin