Medyaya Îsraîlê: Tel Avîvê kustina fermandarê Hemasê Deyf pistrast kiriye

22 July 2024 13:15 0 dîtin
Medyaya Îsraîlê: Tel Avîvê kustina fermandarê Hemasê Deyf pistrast kiriye

PeyamaKurd – Medyaya Îsraîlê ragihand ku rêveberiya Îsraîlê, di derbarê kuştina fermandarê Hemasê Muhemmad Deyf de piştrastiyekê wergirtiye.

Ji ber ku Deyf ji heft hewildanên kuştinê yên berê rizgar bûbû, Tel Avîvê di daxuyaniya xwe ya fermî de zimanekî bi hendaze bikar anî.

Televîzyona îsraîlê Kanal 14 duh ragihand ku piştrastkirina ku fermandarê Lîwayên Qassamê ya baskê leşkerî yê Hemasê Mihemed Deyf, di hêrişeke Xan Yûnisê ku hefteyek berê pêk hatibû de hatiye kuştin, gihiştiye hikûmeta Îsraîlê û di derbarê vê mijarê de wê hikûmet daxuyaniyeke fermî bide.

Kanal 14ê ragihand ku piştî dehsalên şopandinê û heft hewildanên kuştinê, kuştina Muhemmed Deyf hatiye piştrastkirin.

Di nûçeya Kanal 14ê de hate angaştin ku Muhemmed Deyf, di hêrişa sibeha 13ê Tîrmehê de, li gel Fermandarê Lîwaya Xan Yûnisê ya Hamasê Rafî Salame û 100 çekdarên Hemasê hatiye kuştin.