Hemasê kustina fermandarê xwe yê pilebilind ji aliyê Îsraîlê ve pistrast kir

19 May 2024 14:32 0 dîtin
Hemasê kustina fermandarê xwe yê pilebilind ji aliyê Îsraîlê ve pistrast kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku fermandarê pilebilind ê Lîwayên Qesam ên Tevgera Hemasê, Elî El Seyyîd di êrîşeke Îsraîlê ya li Lubnanê de hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê doh li bakurê Lubnanê êrîşeke asmanî bi ser otomobîlekê de pêk anîbû ku 2 kes tê de hatibûn kuştin û kesek jî birîndar bûbû.

Li gorî çavkaniyên herêmê di encama êrîşa ku li sînorê Sûriyê-Lubnanê li devera Bekaayê pêk hatiye de, fermandarê Lîwayên Qesam ê pilebilind ê bi nasnav Ebu Amr (Elî Seyîd) hatiye kuştin.

Lîwayên Qesamê bi daxuyaniyekê kuştina Seyîd piştrast kir û got, di encama êrîşa balafirên Îsraîlê de ‘şehîd’ bûye.

El Seyîd bi ser Cemaeta Îslamî ve bû û nêzîkatiya wî bi Îxwanên Lubnanê re hebû.