Hemasê kustina fermandarê xwe yê Lîwaya Tulkarîm pistrast kir
PeyamaKurd- Tevgera Hemasê ragihandin ku fermandarê Lîwaya Tulkarîm Muhammed Cabir ‘Ebu Şucaa’ di êrîşa Îsraîlê de hatiye kuştin.
Di daxuyaniya Hemasê de hatiye gotin, di êrîşa doh ya Îsraîlê bi ser kampa penaberan a Nur Şems a li bajarê Tüulkarîm ê Şerîaya Rojava de, Fermandarê Seriyeyên Qûdsê yê Lîwaya Tulkarîm û hin hevrêyên wî hatine kuştin.
Li gorî medya erebî fermandarê hatiye kuştin navê wî Muhammed Cabir ‘Ebu Şucaa’ ye.
Hêjayî gotinê ye, di êrîşa Tulkarîm a Îsraîlê de hatibû ragihandin ku herî kêm 14 kes hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin