Nameyeke Trump bo Erdogan derket: General Mezlum amade ye ku bi we re gotûbêjan bike

17 October 2019 09:51 0 dîtin
Nameyeke Trump bo Erdogan derket: General Mezlum amade ye ku bi we re gotûbêjan bike

PeyamaKurd – Nameyeke ku serokê Amerîkayê Donald Trump beriya êrîşa dewleta tirk a li ser Rojava ji Serokomarê tirk Erdogan re şandiye derket. Trump ji Erdogan re dibêje ku ger mijara Rojava bi peymanekî baş û mirovî çareser neke, dê heta dawiyê weke şeytanekî bê bibîranîn. Trump dibêje; ‘Bûdela nebe.’

Nameya ku serokê DYAyê Donald Trump tê de qala Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlum Kobanî jî dike û ji serokomarê Tirkiyê Erdogan re nivîsandibû derket holê. Name beriya 9ê cotmehê ango destpêka êrişê hatiye nivîsandin.

Name li ser medyaya civakî ji hêla spîkera Fox Business Networkê Trish Regan ve hate parvekirin. Di heman demê de name ji hêla nûçegihanên Qesra Spî ve jî hate piştrastkirin.

NAMEYA KU TRUMP BO ERDOGANI WIHA YE:

“Birêz serok, were em li ser peymaneke baş rêkbikevin. Hûn dê nexwazin bibin sedema qetilkirina bi hezaran mirovan. Ez jî naxwazim bibim sedem ku aboriya tirkan têk biçe. Lê şiyana min heye têk bibim. Di pêvajoya Rahîp Brunson de min mînakekê biçûk dabû we.

Ji bo çareserkirina hinek pirsgirêkên me gelek hewldanên min çêbûn. Bendewariyên dinyayê têk nebin. Hûn dikarin peymaneke pir baş çê bikin. General Mezlum [Kobanî] amade ye ku bi we re gotubêjan bike. Di heman demê de amade ye ku gelek tawîzên ku di demên berê de nedidan, niha bide.

Ger ku tu vî karî bi awayeke baş û mirovî bigirî dest û çareser bikî, tu yê mohra xwe li dîrokê bixin. Lê naxêr ger ku tiştên nebaş biqewimin, ez dê te heya dawiyê wekî şeytanekî bibînim. Nebe mirovekî nebaş. Bodle nebe!

Ez ê paşê telefonî te bikim.”