Sebrî: Pistî cejnê wê aliyên siyasî dest bi gotûbêjên cidî bikin

08 July 2022 09:33 0 dîtin
Sebrî: Pistî cejnê wê aliyên siyasî dest bi gotûbêjên cidî bikin

PeyamaKurd – Endamekî şanda danûstandinan a Partiya Demokarata Kurdistanê (PDK) diyar kir, piştî cejnê wê aliyên siyasî dest bi gotûbêjên cidî yên derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de bikin.

Li gor Endama şanda danûstandinan a PDKê li Bexdayê Viyan Sebrî daye zanîn: “Piştî cejnê wê piraniya danûstandinan bi cidî destpê bikin. Di qada siyasî ya Iraqê de, piştî vekişîna Sedr, niha PDK mezintirîn partî ye li Herêma Kurdistanê û Iraqê û herwiha di Civata Nûneran de, piştî ku PDK serwer e û piştre jî Çarçoveya Hemahengiyê ye.

Viyan Sebrî eşkere kiriye: “Li ser fermana Serok Mesûd Barzanî şandeke 5 bi serokatiya Dr. Fuad Husên ji bo çûna Bexdayê hatiye avakirin, ez jî endama wê şandê me. Weke  cenabê Serok Barzanî jî got, ya girîng ji bo me ew e ku bernameya hikûmetê li ser bingeha şirîkatî, hevsengî û lihevkirinê be. Ew sê prensîb ji bo me girîng in.”

Herwiha di derbarê pirsa serokkomarê Iraqê de jî, gelo ew ê bi Yekîtiya Niştimanî re kesekî destnîşan bikin, ku her du alî li ser wê yekê razî ne, Dr. Sebrî destnîşan kiriye: “Heya niha berbijarê PDKê Rêbar Ehmed e û em ê di hevdîtinên xwe yên ligel aliyên siyasî de tekezî li ser wê yekê bikin.