Pistî agirbesta cejnê teqîna sêyem: 9 kes hatin kustin

03 June 2020 21:00 0 dîtin
Pistî agirbesta cejnê teqîna sêyem: 9 kes hatin kustin

PeyamaKurd - Berdevkê Parêzgarê Qendehar a Afganistanê Beşîr Ehmedî ragihand ku îro di encama teqîna mayinekê li herêma Qendehara başûrê Afganistanê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî ragihandina Associated Press (AP) berdevkê parêzgariya Qendeharê Beşîr Ehmedî diyar kiriye ku di teqînê de 9 kes mirine û 5 kes jî birîndar bûne.

Piştî agirbesta Talîbanê ya Cejna Remezanê ev cara sêyem e teqîn pêk tê ku Talîbanê ew êrîş hîn li xwe negirtine.

Herwiha şeva borî jî bombeyek di mizgefteke li Kabûlê de teqiyabû û di encamê de du kesan jiyana xwe ji dest dabû ku melayê mizgeftê jî di nav de 8 kes jî birîndar bûbûn.